Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirîya Biden Preskonferansa Pêşî li Dar Xist


Berdevika Qesira Spî Jen Psaki
Berdevika Qesira Spî Jen Psaki

Rêvebirîya Serok Joe Biden, di roja yekê ya ya kar de, preskonferansa pêşî ya li Qesira Sipî li dar xist.

Berdevika Qesira Sipî Jen Psaki dîyar kir ku Biden di saetên pêşî yên seroktîya xwe de 15 fermanên qanûnder îmza kirine.

Psaki da zanîn ku Biden dê bala xwe bide ser têkoşîna dijî vîrusa korona û ew dê hewil bide ku hevalbendîyan xurt bike.

Ji Psakî împîçkirina Serokê berê Donald Trump hat pirsîn, lê wê da zanîn ku ewê endamên Kongresê ser împîçkirina wê bersivê bidin.

Xanim Psaki da zanîn ku Biden jiber ku difikirîye ku Trump têra seroktîya Amerîka nake ketiye hilbijartinê û dîyar kir ku berî êrîşa li ser Kongresê jî fikra wî wisa bûye.

Jiber ku alîgirên Trump barîyerên polîsan bi zordestî derbaz kiribûn û ketibûn Kongresê, Civata Nûneran biryar dabû ku dijî Trump peyvajoya împîçkirinê bide destpê kirin.

Bi wî awayî Trump bûbû serokê pêşî yê Amerîka yê du curan bi împîçkirinê re rûbirû maye. Trump dê herwiha bibe serokê pêşî yê ku piştî ji seroktîyê çûye û darizandina wî ya împîçkirinê ya li Civata Senatoran dom kiriye.

Di beşa pirs û bersîvan de, gava rojnamevanan bi bîr xist ku Komarî dibêjin ku paketa alîkarîyê ya vîrusa korona ya Biden pir zêde ye, Psaki da zanîn ku ew paketa 1,9 trîlyon dolarî li gor pêdivîyên Amerîkîyan hatiye çêkirin.

‘’Gava me paket çêkir armanca me ne 1,9 trîlyon dolar bû, ew paket bo pêdivîyên însanan bi tiştên hewce hat çêkirin.’’ Psaki got.

Ji berdevika Qesira Sipî sîyaseta Biden ya bo Îranê jî hat pirsîn.

Psaki dîyar kir ku Biden bi dîplomasîyê bawer dike û ew dê hewil bide ku sînordarkirinên navokî dirêj û tundtir bike.

Wê da zanîn ku Îran divê li gor sînordarkirinên peymana navokî tevbigere û got ku Biden dê wê mijarê bi rêberên hevalbendan re biaxife.

Li gor ragihandina Psaki, Biden dê ji serokên bîyan berê bi Serokwezîrê Kanada Justin Trudeau re biaxife û bernemaya wî ya bo serdanên li derveyî welêt hîn belî nebûye.

XS
SM
MD
LG