Rêveberiya Serok Obama roja Pêncşembî stratejîya nû ya parastina niştîmanî eşkere kir.
Li gor stratejîya nû, hêza leşkerî bitinê weke bijara dawî dihêt bikar anîn û hevkariya diplomasiya nêvneteweyî zêde dibe.
Di dokumênta 52-rûpel de, seork Obama basê pêdiviya pêşveçûna aborî dike, û dibêje ku ew pêşveçûn giring e ji bo parastina hêza Amerîka.
Cara yekê ye ku rêveberiya serok Obama stratejîya parastina niştîmanî eşkere bike.
Pêdiviye her serokekê Amerîka dokumênta stratejîya parastina niştîmanî pêşkeşê Kongresê bike.