Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tacîkistanê bi Dehan Jin û Zarokên Malbatên DAIŞ’ê ji Sûrîyê Derxistin


Kurdên Sûrîyê îro Duşemê 146 jin û zarokên malbatên çekdarên DAIŞ’ê, radestî li gor peymaneke fermî radestî Tacîkistanê kirin.

Şandeyeke ji Tacîkistanê bi seroktîya balyozê Tacîkistanê yê li Kuweytê Zabîdullah Zabîdov berî çend rojan hatibû heremê û bi berpirsên Rêvebirîya Xweser re civîbû.

Rêvebirîya Xweser ser bingeha peymanê 42 jin û 104 zarokên malbatên DAIŞ’ê yên ji Tacîk, ku li kampên Roj û Holê diman, radestî şandeyê kirin.

Zabîdov piştî îmzakirina belgeyê di preskonferanseke hevpar de sipasîya Rêvebirîya Xweser kir ku ew bo vegera welatîyên Tacîkistanê bûne alîkar.

Rêveberiya Xweser dibêje ku kesên radestkirî mexdurên şer in û destê wan di kiryarên terorî de tunene.

Desteya Têkilîyên Derve ya Rêvebirîya Xweser jî bal dikşîne ku ew nêzî salekê bi Tacîkistanê re li ser mijarê danûstandin meşandiye û ev cara yekê ye ku Tacîkistan hemwelatîyên xwe ji Bakur û Rojhilata Sûrîyê vedigerîne.

XS
SM
MD
LG