Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirîya Biden Qedexeyên Rêwîtîyê Jinûve Radigihîne


Serokê Amerîka Joe Biden ser têkoşîna dijî vîrusa korona qedexeyên rêwîtîyê yên bo Brezîlya, Îrlanda, Brîtanya û welatên Herêma Schengenê jinûve xist merîyetê.

Afrîqa Başûr jî li lîsteya qedexeyan ya dawî hat zêde kirin.

Cureya nû ya vîrusa korona ya li Afrîqa Başûr hîn li Amerîka nehatiye dîtin, lê tê zanîn ku cureya nû ya li Brîtanya li hin eyelatan hatiye tespît kirin.

Berdevika Qesira Sipî Jen Psaki dîyar kir ku jiber ku li Afrîqa Başûr cureya nû ya vîrusa korona hatiye dîtin ew ketiye lîsteyê.

Li gor qedexeyan, rêwîyên ku 14 rojan berî werin Amerîka li wan welatên berbehs bûne dê nikarin derbazî Amerîka bibin.

Ew sînordarkirinên nû dê roja Sêşemê destpê bikin.

Serokê berê Donald Trump demeke kin berî ji ser kar here ferman dabû ku sînordarkirinên rêwîtîyê werin sivik kirin.

XS
SM
MD
LG