Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêxistina Hevkarîya Şangayê (SCO) Derbarê Afganistanê Daxuyanî Dide


Dîmeneke ji Afganistanê
Dîmeneke ji Afganistanê

Wezîrên karên derve yên Rêxistina Hevkarîya Şangayê (SCO) îro Çarşemê di derbarê rewşa li Afganistanê daxuyanîyeke ragihandin.

Wezîrên SOC'ê banga bidawîkirina tundûtûjiya dijî sivîlan û karbidestên li Afganistanê kirin.

Hevdem, wan ji hikûmeta Afganî xwestin ku rewşa xwe bo aramîyê xurttir bike. Di daxuyaniyê de, wezîrên rexistinê jibo çareserîyeke tevahî ya aştîyane bang kirin.

Ji alîyê din Rêberên payebilind yên Afganî ewê di vê heftêyê de bi armanca destpêkirina pêvajoya aşitî ya rawestandî ya dirêj, biçin Doha ya paytexta Qatar'ê.

Karbidestê payebilind yê hikûmeta Afganî Abdullah Abdullah, ku seroktîya civata lihevanînê ya Afganistanê dike, dê di hevdîtinên li Doha'yê dê seroktîya şandeya Afganî bike.

Çavkanîyeke rêxistina Talîbanê jî ragihand ku her du alî, dibe ku roja Înîyê bicivin, û Talîban dê rêberên xwe yên payebilind bîne ser masa danûstandinan.

Talîbanê di derbarê pêyvajoya piştî vekişîna tevahîya hêzên bîyanî ji Afganîstanê de, helwestek tund nîşan dide.

Herî dawî Talîbanê ser dijî planên ku hin leşker li Afganîstanê bimîne da ku balafirgeha sereke ya Kabulê rêve bibe û biparêze, Tirkîye hişyar kirbû.

Lê, heya niha ne zelal e ku di navbera Taliban û şandeya mezin ya Afganî de dê mijara balafirgeha Kabulê were nîqaş kirin yan na.

Di heman demê de, çekdarên Talîbanê herêmên mezin yên welêt xistine bin kontrola xwe. Hejmara rastîn ya heremên ku niha di bin kontrola Talîban de ne nayê zanîn.

Lê, tê bawer kirin ku niha ji zêdeyî sê yeka 421 herêm û navendên Afganistanê di bin serwerîya Talîbanê de ye.

XS
SM
MD
LG