Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Awarte li Tirkiyê Rabû Lê Rewş Xirabtir Dibe


Hejmarek Xelkê Nerazî li Tirkiyê
Hejmarek Xelkê Nerazî li Tirkiyê

Li Tirkîyê Rewşa Awarte piştî du salan hat berdewam kirin, di 18 Tîrmehê de bi dawî bû.

Piştî rakirina Rewşa Awarte parlamenterên AKP’ê di çarçoveya şerê li dijî ‘rêxistinên terorîstî’ de pêşnîyarek qanûnê amade kirin.

Ev pêşniyar qanûn pêşkêşî parlemenê hat kirin û li Parlemenê Tirkiyê pêşnîyar hat qebûl kirin.

Bi vê qanûnê pêşiya ji kar derxistina karmendan hat vekirin. Ji kar derxistina karmendanwekî dema Rewşa Awarte de sê salan berdewam bike. Kesên ku bi Biryarnameyên Desthilata Qanûnê (KHK) ji kar hatîne derxistin nikarin vegerin karên xwe yên berê. Dîsa kesên ku piştî pêşnîyar qanûnê ji kar bên derxistin ji nikarin vegerin ser karên xwe.

Endamên Sendîkaya Perwerde ya Zanistîyê (Egitim-Sen) Îlhan Koyu û Şimşek
Endamên Sendîkaya Perwerde ya Zanistîyê (Egitim-Sen) Îlhan Koyu û Şimşek

Endamê Sendîkaya Perwerde ya Zanistîyê (Egitim-Sen) Îlhan Koyu ji bi Biryarnameyek Desthilata Qanûnê (KHK) 1ê Îlon’a 2016’an ji kar hat derxistin.

Koyu dibeje, di derbara min de ne çi lêpirsîn ne ji doz hene. bêsedem ez ji kar hatim derxistin.

Koyu di berdewama axaftina xwe de wiha got, “Piştî rakirina Rewşa Awarte em dibînin ku tiştek nehatiye guhertin, jiber ku di sîstema hiqûqê ya Tirkiyeyê de piştî ku OHAL qedîya, pêwîste tiştên di dema OHAL’ê hatîne kirin, bên rakirin. Lê mixabin bi qebûl kirina qanûna nû tê wateya berdewam kirina OHAL'ê.

Dîsa piştî rakirina Rewşa Awarte pêwîst bû, di nava 15 rojan de em vegerin ser karê xwe, lê çi gav nehatin avêtin, hemû serîlêdanên me tên red kirin. Jibo pasaportan çi gav ne hatîye avêtin.”

"Ji alîyê hiquqê ve em nikarin serlêdana dadgehan bikin. Dadgeha îdarî û Dadgeha Destûra Bingehîn jibo biryardayînê paşve dimîne. OHAL xelas bû lê jibo 135 hezar karmendên ji kar hatîn derxistin tiştek neguherîye".

Endama Sendîkaya Perwerda Zanistîyê (Egitim-Sen) Nuray Şîmşek ji bi Biryarnameyek Desthilata Qanûnê (KHK) ya 7ê Sibata 2017’an ji kar hat derxistin, û niha xebatkara dilxaz ya Komeleya Mafên Mirovanê ÎHD'ê ye.

Şîmşek jî, dibejê 26 salan ez mamosteya felsefê bûm, û bi Biryarnayekê Desthilata Qanûnê ji kar hatim derxistin.

Şîmşek wiha got "bi vê qanûna nû OHAL sê sal din ji hat dirêjkirin. Jiber vê yekê em bi faşîzmeke êdî di qanûnan de cih girtî re rû bi rû ne".

OHAL çiqas xuya dike ku hatîye rakirin ji lê bi vê qanûna nû rewş xerabtir bûye. Jiber ku ewil bi biryarnameyan mirov ji kar dihat derxistin. Lê êdî tenê bi biryarnameyên serokkomar bi peyva yek kesî li vî welatî dibe ku hûn ji kar werin derxistin.”

Hêjayî gotinê ye di nav du salan de 36 caran Biryarnameyên bi Desthilata Qanûnê KHK'ê hatin derxistin û bi wan biryarnameyan jî 140 hezarî zêdetir karmend ji kar hatin derxistin.

Raporta Mem Botanî - Îstenbûl 31 07 2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:12 0:00

XS
SM
MD
LG