Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fikar Hene ku Rewşa Girtîyên Nav Gireva Xwebirçîkirinê Giran Bûye


Li Wanê, bi mebesta balkişandina ser girevên birçibûnê yên li girtîgehan, daxuyanîyek li ber Girtîgeha Tîpa F ya Wanê hate dayîn.

Di daxuyanî de parlamantera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan, xizmên girtîyan û endamên Komela Malbatên Girtîyan (TUHAY-DER) amade bûn.

Orhan di çalakîyê de bi bîr xist ku parlamantera wan Leyla Guven, jibo ku bal bikişîne tecrîda ser Abdullah Ocalan, dest bi greva birçîbûnê kiribû.

“Herî dawî girtîyê bi navê Zulkuf Gezen jî jibo protestokirina tecrîdê, dawî li jîyana xwe anîbû. Em li vir bang karbidestên Wezarate Dadê dikin ku di demeke lez de bo cîhanîna daxwazên girtîyan gavan bavêjin.”

Hevserokê Komela TUHAY-DER’ê Onder Sogukbulak jî got ku li girtîgehên Wanê niha bi giştî 305 girtî di gireva birçîbûnê de ne.

“Ji wan kesan, girtîyên bi navê Cîhan Tamûr, Şahîn Oncu, Azîm Sokemen, Bahtîyar Kemal Hasan û Bariş Kahraman wek koma pêşîn di 16’ê Berfanbara 2018’an de dest bi gireva birçîbûnê kiribûn û saxlemîya du kesan niha xeter e.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li gor daxuyanîya endama Platforma Şopandina Grevên Birçîbûnê, Gulan Çagin Kalelî, li girtîgehên li Tirkîye û bajarên Kurdan pirtir ji 5 hezar girtî niha di greva birçîbûnê de ne.

AA_03_20_2019_Girtî
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:02 0:00

XS
SM
MD
LG