Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Awarte li Fransa bi Dawî Bû


Rewşa Awarte ya li Fransa, ku di meha Tîrmehê de cara şeşan hatibû dirêj kirin, îro di 1’ê Mijdarê de bi dawî bû.

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron, bidawîbûna Rewşa Awarte ji Twitterê ragihand.

‘’Soz hate girtin: Rewşa Awarte ya ewlekarîya hemwelatîyên me xurttir dikir, di 1’ê Mijdarê de bi dawî dibe’’ Macron nivîsî.

Li şûna Rewşa Awarte, qanûna ewlekarî ya nû ji alîyê Macron ve hat îmza kirin û ket merîyetê.

Wezîrê Navxweyî yê Fransa Gerard Colomb, piştî îmzakirina qanûnê da zanîn ku li ‘’gefa mezin ya terorê didome’’

Qanûna nû ya ewlekarîyê ji çepgiran heta rastgirên tundrê, ji alîyê gelek baskên siyasî ve tê rexne kirin. Siyasetvan dibêjin ku Rewşa Awarte bi awayekî dîtir di qanûna nû de didome.

Qanûna nû ya ewlekarîyê dê di 2020’an de bi dawî bibe.

XS
SM
MD
LG