Lînkên eksesibilîtî

Tillerson:Min Hizira Dest ji Kar Berdanê Nekirîye


Rex Tillerson wezîrê derve yê Amerîka

Wezêrê derve yê Amerîka Rex Tillerson, roja Çarşemê derket pêşberî mediyayê û red kir ku, ewê dest ji karê xwe berde,

Rex Tillerson li avahiyê wezareta derve di prês konferansekê de ragihand û got "Pêgirîrya min bi serkeftina serok û welat weha bihêze weke roja yekê dema wî, ez ji bo wezîfa wezîrê derve pêşniyar kirîm", dîsan wî got, ez car din tekezê li ser rolê xwe yê pêgirya bi wezaretê re dikim.

Tillerson weke bersivdanekê bo wan raportên dibêjin duberî di navbera Tillerson li aliyekî û Serok Trump û cêgirî wî Mike Pence de heye ev axiftin kir, Rex Tillerson dibêje, ewê di xizemta tîma karkirinê ya Serok Trump de be, çendî ku, pêwîstî bi min hebe, herwiha Tillerson di beşekî axiftinên xwe pesina Mike Pence cêgirê Serokê Amerîka da.

XS
SM
MD
LG