Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tillerson û Lavrov Daxwaza Başkirina Peywendîyên Dualî Dikin


us russia
us russia

Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson, îro Çarşemê di preskonferansê de, di hazirbûna Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Lavrov de got ku divê peywendîyên ligel Rûsya werine baş kirin.

Tillerson da zanîn ku raporta îstixbaratî Amerîkî ya ser xebitandina çekên kîmyayî tenê raporta herî dawî ye jiber ku rejîma Esad berê jî gelek caran çekên wiha bi kar anîne.

Lavrov jî di preskonferansê de ji zarê Serokê Rûsî Vladimir Putin dîyar kir ku Moskow amade ye peymana ewlehîya esmanî ya li Sûrîyê jinûve bîne jîyanê ku piştî êrîşên muşekî yên Amerîkî li ser Sûrîyê hatibû cemidandin.

Lavrov bi berdewamî got ku di warê Sûrîyê de hin pêşveçûn peyda bûne û divê komeke xebatê were saz kirin ku rewşa lawaz ya peywendîyên navbera Rûsya û Amerîka vekole.

Moskow û Washington herwiha qayil bûn ku hevkarîya xwe jibo çareserîyeke sîyasî ji kêşeya Sûrî re bidomînin.

XS
SM
MD
LG