Yang Hengjun, nivîskarekê Çînî-Awistralî ye û rexnegirekê berçavê hikûmeta Çînî ye. Yang pêş çend rojan li Çînê winda bû.
Gao Zhîşeng, berevankarekê mafên mirovan e, li sala bihûrî winda bû û eşkere bû ku zîndana hikûmeta Çînê ye.
Belê hikûmeta Çînê bê agehîya xwe beramberî windabûna wan rexnegiran ragihand.
Neteweyên Yêkgirtî, komeleka taybet pêk anî ji bo encamdana lêkolînan li ser doseya rexnegirên windabûyî li Çînê.
Di raportekê de roja Duşembî, wê komelê ragihand ku girtina Gao Zhînşeng li dijî qanûna Çînî û qanûna navneteweyî ye.
Peyvdara hikûmeta Çînî, Jîang Yu, dibêje ku Çîn hevkarîyê ligel Neteweyên Yêkgirtî dike; belê Yu daxwaz li wê komelê kir ku rêzê li sîstema dadwerîya Çînê bigrit.