Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bozdag: Doza Zarrab Komployeke Eşkere ya Dijî Tirkîyê Ye


Cîgirê serokwezîrê Tirkîyê Bekîr Bozdag dibêje ku doza ku li Amerîka hember karsazê Tirk Reza Zarrab hatiye vekirin, komployeke eşkere ya dijî Tirîyê ye.

Bozdag di preskonferansekê de ji nûçegîhanan re got ku armanca wê doza zarardayîna peywendîyên aborî yên navbera Tirkîyê, Îran û Rûsya ye.

Wî got ku karbidestên Amerîkî giwaştin li ser Zerrab dikin ku dijî Tirkîyê tawanbarî bike.

“Bêguman doza Zarrab planeke dijî Tirkîyê ye û bingeheke qanûnî ye. Ev doz armanc dike ku zîyan bigehîne peywendîyên Tirkîyê yên bi Îran, Rûsya û welatên din re. Kesên ku doza Zerrab bi rêve dibin, zext li ser wî dikin ku dijî Tirkîyê sucdarîyan bike,”Bozdag piştî civîna kabînê got.

Zarrab û hevrikên wî yên gumanbar tên tawanbar kirin ku di navbera 2010an û 2015an de bi planeke taybet, bi mîlyonan dolar diravên hikûmeta Îranî û dirava kamponîyên wî welatî xebitandine ku ambargoya Amerîkî bişkînin.

XS
SM
MD
LG