Lînkên eksesibilîtî

Rêzan Hido: Hatina Hêzên Nû li Şehba ligel Îdlibê Peywendîdar E


Hêzeke artêşa Rûsî roja Duşemê giheşte herêma Şehba ya li Bakurê Helebê ku li hin deverên bin kontrola Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) bi cîh bibe.

Li gor agahîyên ku hatine bi dest xistin, ev hêza Rûsî li gor rêkeftina navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û alîyê Rûsî de, li bajarê Arfadê (Til Rifat) belav bûye û biryar e li şeş xalan li herêma Şehba bi cîh bibin.

Derbara vê mijarê û armancên Rûsya de şîrovekarê sîyasî Rêzan Hido ji Dengê Amerîka re axifî:

"Armanca Rûsya niha li Sûrîyê ew e ku projeya xwe ya herêmên bêşer fireh bike, ne tenê li devereke Sûrîyê, lê li hemî welêt. Rûsya dixwaze rêkeftinên kêmkirina herêmên şer di Kongreya Astana de bi belgeyên qanûnî bide qebûl kirin.”

Hido bi berdewamî got ku ew nizanin heta çi astê ev hêza Rûsî, ku li Şehba belav bûye, dê bikaribe destdirêjîyên Tirkîyê û topbarana wê rawistîne.

Wî herwiha dîyar kir ku vê gavca Rûsî bi rewşa Îdlibê peywendîdar e.

“Rûsya dixwaze herêma Îdlibê tevî deverên kêmkirina şer bike, loma dixwaze derdora wê aram be ku em dizanin Efrîn li ser tixûbê Îdlibê ye.”

Hêjayî gotinê ye ku hêzên artêşa Tirk yên li Ezaz û Marê bi cîh bûne, bi awayekî berdewam herêmên bin kontrola HSD'ê li Kantona Şehba topbaran dikin û dibin sedema kuştina sîvîlan û giheştina zararan ji mal û zevîyên hemwelatîyan re.

Ev ne cara yekê ye ku Rûsya hêza xwe li herêmên bin kontrola HSD'ê bi cîh dike û hêzeke Rûsî ji pênc mehan vir ve, li nêzî gundê Kefercenê li Efrînê bi cîh bûye.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG