Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka bo Agahîyên ser Çalakîyên Pasdarên Îranê yên Darayî 15 Milyon Dolar Wekî Xelat Terxan Dike

Wezareta Derve ya Amerîkî îro Sêşemê ragihand ku ew heta 15 milyon dolar xelat pêşkêş dike her kesê ku agahîyan li ser çalakîyên darayî yên Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê û şaxên wê yên cuda bide.

"Artêşa Pasdarên Şoreşa Îslamî (IRGC) dahata xwe ji bo fînansekirina çalakîyên xwe yên terorîstî bi rêya çalakîyên cûda yên neqanûnî peyda dike, di nav de firotin û veguhestina petrola Îranê ya sizakirî," Wezareta Derve di postekê de got.

"Eger agahîyên we li ser şandina petrolê ji alîyê IRGC ve, tanker an alîyên ku di veguhestina petrola neqanûnî de an kes û çalakîyên têkildar hene, ji kerema xwe peywendîyê bi me re bikin."

This item is part of
XS
SM
MD
LG