Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka bo Agahîyên li ser Rêberê Mîlîşyayeke Îraqî 10 Milyon Dolar Wekî Xelat Terxan Dike

Wezareta Derve ya Amerîkayê îro Sêşemê ragihand ku ewê heta 10 milyon dolaran xelat bide her kesê ku agahîyan derbarê rêberê koma Hereket el Nûceba ya Îraqê bide Amerîkayê.

Wezaretê li ser platforma X’ê bang li xelkê kir ku her agahîyek di destê wan de li ser rêberê vê komê Ekrem Ebas el Ke'ibî hebe, bi wan re parve bikin.

Wezaretê herwiha wêneyeke el Keibî belav kir û ew wekî damezrêner û rêberê Hereket el Nûceba binav kir.

Di daxuyanîyê de Wezareta Derve got “Ekrem Ebas el Keibî rêberê koma Hereket el Nûcebayê ye. Ev kom mîlîşyayeke Îraqî ye ku girêdayî Îranê ye.”

Wezaretê herwiha anî ziman “Endamên Hereket el Nûceba êrîşî navendên dîplomatîk ên Amerîkayê li Îraqê û bingehên leşkerî yên li Îraqê û Sûrîyê kirine. Di van êrîşan de leşkerekî Amerîkayê hat kuştin û çend leşkerên din jî birîndar bûn.”

Amerîka di sala 2019'an de Hereket el Nûceba wekî rêxistineke terorîst destnîşan kir. Ev biryar ji ber wê yekê hat standin ku Îran alîkarîya wan dike û ew êrîşên terorîst li dijî hêzên Amerîkayê pêk tînin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG