Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Bakûr Mûşekekê Din Ceriband


SKOREA-NKOREA-MISSILE
SKOREA-NKOREA-MISSILE

Karbidestên Koreya Başûr û Japonî ragihandin ku Koreya Bakur roja Çarşemê mûşekek balîstîk ber bi avên rojhilatê xwe ve avêt. Ceribandina mûşekek balîstîk çend roj piştî ku rêberê Koreya Bakur Kim Jong Un soz da ku çekên xwe yên navokî peşdebibin hat çekirin û gefa bikaranîna wan li hember hevrikan xwar.

Ceribandina mûşekek balîstîk îsal dibe 14emîn ya avêtina çekan ya Bakur. Her wiha ceribandina mûşekê şeş roj berî ku serokê nû yê mihafezekar ya Koreya Başûr ji bo pênc-salî dest bi kar bike, hat.

Fermandariya Hevbeş ya Koreya Başûr di daxuyaniyekê de ragihand ku mûşeke balîstîk ji herêma paytexta Koreya Bakur hatiye avêtin û ber bi avên li beravên rojhilatê wê ketiye. Di wê navberê de, avêtina mûşekên balîstîk yên Koreya Bakur wekî "gefeke mezin" bi nav kir ku dê aştî û ewlekariya navneteweyî têk bibe û binpêkirina biryarên Encumena Ewlekariyê ya NY ye, ku avêtina balîstîk ji hêla Bakur ve qedexe dike.

XS
SM
MD
LG