Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Susan Rice Biryara Netanyahu ya Axaftina li Kongresê Rexne Dike


Susan Rice, şîretvana ewlekarîya netewî ya Serok Barack Obama, Serokwezîrê Îsraîlî Benjamin Netanyahu bi tundî rexne kir ku biryar da li Kongresê axaftinekê bike.

Xanim Rice got, berî danûstandinên navokî ligel Îranê biryareke wiha zirar dide peywendîyên navbera Amerîka û Îsraîlê.

Birêz Netanyahu vexwandina Serokê Civata Nûneran, John Boehner qebûl kir ku di 3ê Adarê de, di rûniştineke hevbeş de, axaftinekê li Kongresê bike.

Xanim Rice di hevpeyvîneke televîzyonî de, ji rojnamevan Charlie Rose re got ku axaftina Netanyahu du hefte berî hilbijartinên parlemanî ya Îsraîlê de pêk tê.

Rice got, biryara Netanyahu rengekî partîzanî xistiye peywendîyên dualî yên navbera Amerîka û Îsraîl.

XS
SM
MD
LG