Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rick Perry ji Kêbirkeya Berbijarîyê Vedikêşe


Rick Perry
Rick Perry

Dezgehên nûçevanîyê yên Amerîkî dibêjin, walîyê eyaleta Teksasê, Rick Perry ji kêbirkeya berbijarîya Komarî vedikêşe.

Biryara wî ya vekêşanê du roj berî hilbijartina destnîşankirina berbijarîyê ya li Carolina Başûr hat.

Raportên medyayî yên îro Pêncşemê, ji zarê jêderên nenavkirî radigîhînin ku Perry piştî encamên xirab yên li hilbijartinên li Iowa û New Hampshire ev biryar daye.

Rick Perry di kempeyna xwe ya hilbijartinê de soz dida ku hikûmeta federal biçûk bike. Loma jî, gelek alîgirên Partîya Çay (Tea Party) piştgirîya nêrînên Perry dikir.

XS
SM
MD
LG