Wezareta Derve ya Erebistana Saudî ragihand ku ew rapora îstixbarata Amerîka ya ser kuştina Cemal Xaşiqcî bi tundî red dikin.
Daîreya Îstixbarata Neteweyî ya Amerîka bi raporekê ragihandibû ku Prensê Cîgir yê Erebistana Saudî Mihemed Bîn Salman plana ser girtin yan jî kuştina Xaşiqcî pejirandiye.
Li gor daxuyanîya Wezareta Derve ya Erebistana Saudî di raporê de agahîyên şaş hene û ‘’ew nirxandinên neyênî, çewt û nayên qebûl kirin’’ ji alîyê Rîyadê ve têne red kirin.
Rîyad dide zanîn ku kuştina Cemal Xaşiqcî li gor qanûnên wan tawan e û dadgeha wan ceza dane kesên di kuştinê de tilîyên wan hebûne.
Berpirsên Erebistana Saudî dîyar dikin ku malbata Xaşiqcî jî ser cezayan razîbûna xwe nîşan daye.
Wezareta Derve ya Erebistana Saudî da zanîn ku careke din bo trajedîyên din yên wek kuştina Cemal Xaşiqcî çênebin wan tedbîr sitandine.
Rêvebirîya Rîyadê bi bîr xist ku ew bi Washingtonê re di peywendîyê de ne û ew dixwazin ku hevkarîyên wan ji berê xurttir bin.