Dengdana zûdem ya hilbijartinên Îraqê îro Pêncşemê destpê kir. Dengderan ji demjimêr 7'ê sibê heta 6'ê êvarê dikarin dengê xwe bidin.
Cîgirê serokê komîsyona bilind ya hibijartinan ya Îraqê, Rizgar Hema Emîn dibêje ku mafê 943,000 endamên artêşê û hêzên ewlekarî heye ku di hilbijartinên zûdem de dengê xwe bidin.
Emîn dide zanîn ku 12,000 çavdêrên navnetewî û yên xwecîhî hilbijatinên giştî yên Îraqê dişopînin.