Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komarî bi Fermî Serok Trump Car Din Dikin Kandîdê Serokatiyê


Sero Trump di Kongreya Niştîmanê ya Charlotte da
Sero Trump di Kongreya Niştîmanê ya Charlotte da

Li bajarê Charlotte yê eyaleta North Carolina Kongreya Niştîmanî ya Komariyan "RNC2020" destpê kir û kongre dê çar rojan vekêşe, her roja yekê delegeyên Kongreya Komariyan cardin serok Trump weke bebijarê serokatiya Amerîka bo hilbijartinên 3ê mijdarê pejirand.

Serok Trump, dema nîvro giha bajarê Charlotte navenda kongreyê, weha hatbû plan kirin ku firoka taybet ya serokatiyê Air Force One li demjimêr 11:45 bigihîje bajarê Charlotte û di navbera 9:00 sibê heta 1:00ê piştî nîvro navên delegeyan bihên xwendin û jibo berbijarkirina serok Trump banga berbijariyê bihê dan.

Trump peyvek li hember delegeyên kongrê pêşkeş kir û got"Ev giringtirîn hilbijartin in, di dîroka welatê me da." Trump di peyva xwe da Demokrat bi sextekariyên di dengdanê da tawanbar kirin û got ku bi rêya dengdan postê dê sextekarî çê bibin.

Komarî, derbarê rojeva Kongreya xwe ji Demokratan cudatir difikirin, li bere, piraniya çalakiyan dê li Washington çê bibin, ji roja Sêşemê heta roja Pêncşemê ev çalakî dê dom bikin.

Trump plan kirîye ku peyva pejirandina xwe ji aliyê Kongreya Niştîmanî ve li baxçê jêrî ya Koşka Spî li şeva dawiyê ya Kongreya Komariyan pêşkeş bike.

Piştî ku vekirina Kongreya Komariyan li hola Richardson ya navenda bajarê Charlotte îro Duşemê 24ê Tebaxê pêkhat, pêşwext hemû endam û şandeyên Kongreyê pêgirî bi mercên parastina COVID-19 kirîbûn, ji wan hatbûn xwestin ku ew tebîrên têstê û mercên xwe parastinê pêşwext û berî ji eyaletan bidin rê pêk bînin.

Berî ku Kongreya Komariyan destpê bike li dawiya hefteyê û di dema destpêkirinê da grûbên nerazî û protestokar li bajarê Charlotte lihev civiyan, grûbên alîgirên Trump û yên li dij Trump, xwepêşandan pêkanîn, herwiha grûba Komariyên nerim "Never Trump"li nêzîk ciyê ku Kongreya RNC lê pêk, Komarî yên ku naxwazin Trump car din bibe serok civiyan.

Berpirsên Komariyan pesina kongreya xwe didin û dibêjin "Ev rêzgirtineke li serpêhatiya Amerîka ya mezin".

Serok Trump da zanîn ku "Demokratan kongreya herî tarî, bi kîn û kerb di dîroka Amerîka da lidar xistin". Trump demokrat tawanbar kirin ku Wan êrîşî Amerîka kirine û weke dewletek nijadperist û bitirs, binav kirîye û divê ew hesabê bidin". Trump got.

Joe Biden di gotara dema pejirnadina berbijariya xwe da ya li hefteya borî gotbû "Trump, Amerîka xistîye di demsala tarîriyê da, ew biser pandemîka Vîrusa Korona da biser neket û bi mîlyonan karmendan karên xwe ji dest dan, Biden dîsan got"Em hêvîyê li şûna tires, û rastiyê li şûna xeyalê û dadweriyê li şûna amferiyan hildibijêrîn."

Di kongreya Komaryan ya Charlotte de nêzî 330 delege ji 50 eyaletên Amerîka amadebûn, di peyva xwe da Trump got di 4 salên bihên da ewê rêjeya bêkariyê kêmtir bike û aboriya welat baştir bike û da zanîn ku qet û qet Amerîka nabe welatek sosyalîst.

XS
SM
MD
LG