Medya Slovakyayî îro Çarşemê ragihand ku serokwezîrê wî welatî Robert Fico di êrîşeke çekdarî de hate birîndar kirin û ew ji nexweşxanê re hate rakirin.
Medya xwecîhî herwiha ragihand ku bûyer li bajarê Handlova ya 145 km bakurê rojhilata paytext Bratislava ye û kesekî berguman hatiye desteser kirin.
Serokê Hungarya Viktor Orban li ser platforma X êrîş şermzar kir û got ku ew bi êrîşa hovane ya dijî Fico gelek xemgîn bûye.