Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Hember Dilxwazê Berê yê YPG'ê Doza Terorîzmê Vedike


Kargbidestên Tirk li hember leşkerê berê yê Brîtanî Joe Robinson, ku meha borî hatibû girtin, dozeke terorîzmê vekirin.

Tirkîye Robinsonê 24 salî bi beşdarbûna nav Yekîneyên Parastina Gel (YPG) tawanbar dike ku dijî DAIŞ’ê şer dike. Enqerê YPG’ê rêxistineke terorîst qebûl dike û wî jî wek endamekî wê rêxistinê tawanbar dike.

Jêderên agahdar dibêjin ku Robinson jiber parvekirinên li ser medya civakî ya dema cîhgirtina di nav YPG’ê de, hatiye girtin.

Robinson ligel dergistîya xwe Mira Rojkan û dayika wê, li bajarokê Dîdîm ya Aydin’ê hatibû desteser kirin. Jinên desteserkirî hatibûn berdan, lê Robinson hîn girtî ye.

Hêjayî balkişandinê ye ku YPG şerekî karîger li dijî DAIŞ’ê dimeşîne û jiber vê yekê li cîhanê jî nav daye. YPG herwiha ew di şerê dijî DAIŞ’ê de, hevalbendeke nêzîk ya Amerîka ye.

Robinson berê di artêşa Brîtanî de cîh girtibû û wek leşker li Afganistanê xizmet kiribû.

XS
SM
MD
LG