Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şeşemîn Salvegera Qetlîama Roboskê


Arşîv: Wêneyê Bîranîna Qetlîama Roboskê li Stenbol
Arşîv: Wêneyê Bîranîna Qetlîama Roboskê li Stenbol

28 Kanuna 2011’an de firokên şer yên artêşa Tirkiyê li ser sînorê Tirkiyê û Herêma Kurdistana Îraqê grûbek Kolberên Kurd bombebaran kirin. Di êrîşê de 34 kurd hatin kuştin ku piraniya wan xûrtên nû gihay bûn. Jiyê wan ji 12 salî heta 18 û 30 salîye de bûn.

Rayedaran ew dem di daxûyaniyên xwe de gotibûn di encama pêzanînên Îstixbarata xelet de ev bûyer qewimîye lê nehat eşekere kirin ku, ferman ji aliyê kê ve hatiye dayîn.

Qetlîama Roboskê
Qetlîama Roboskê

Piştî hewla derbeya 15ê Tirmeha 2016’an ji aliyê hikumetê car caran tê îdia kirin qetlîama Roboskê ji aliyê endamên rêxistina Gulen ve hatiye plan kirin bi armanca ku, Erdogan bixin tengasiyê.

Di doza qetlîama Roboskê de li dadgehên Tirkiyê bi encam nebû, neha doz li Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrupayê ye.

Malbatên Roboskê dixwazin roja Pêncşemê di salvegerê de, li ser goristanê bernameyek bîranînê çêkin. Lê hat destnîşan kirin Qeymeqamiya Qilêbanê ( Uludere) civinek hatiye lidarxistin û ji malbatan hatiye xwestin ji ber ku, rewşa awarte heye, ji her malek tenê dikare kesek beşdarî bîranînê bibe. Malbat dibêjin ew vê yekê qebûl nakin.

Mihmed Tosun, 24 salî bû û ew jî di bomberanê de hat kuştin.Bavê wî Zekî dibêje "Em şeş salin ew li benda edaletê ne lê di şûna edaletê de roj bi roj zilma li ser me zêde dibe."

Nameya Demirtaş Bo Bîranîna Komkujiya Roboskê

Ji aliyê dinê ve Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş jibo salvegera komkujiya Roboskê nameyek hinart. Wî di nameyê de behsa roja bomberana ser gundiyan kir.

Selahattin Demirtas
Selahattin Demirtas

Demirtaş dibêje roja ku, termên hemî ciwan û zarokan di nav betaniyan de li erda nexweşaxanê danîbûn ber hev, diçe wan dibîne û dengê wan dibîze.

"Ji min re digotin tu bi tu derneg mayî, em hemî hatin kuştin. Em hejar bûn her dem dixebitin. Welatê me bi sinoran hatiye perçekirin û sucê me di welatê sinorkirî de karmendiya liser sînoran bûn. Pêşî welatê me perçe kirin neha jî em kirin perçe wesle".

Hûn derneg man serok, em feqîr û hêjar her dem tên kuştin. Ka binêre li halê me, jiber ku we çareseriyek çênekir, yên ku dimrin dîsa em in....Hun bixêr hatin lê hun derneg man dereng...”

Dizanim, em qasî sed salan pir dereng man, lê hûn di gora xwe de, bi dilek rihet serê xwe deynin.

Ji Efrînê, Kobaniyê, Hewlêr, Mehabad, Botan û Amedê, Serhedê jibo bîranîna sedhezaran ciwanên vî gelî ez soza aşitî û azadiyê didim..."

Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Feraht Encu yê ji Roboskê neha girtî ye

Hêjayî bîrxistinê ye ku, di hilbijartina 7ê Heziranê de Ferhat Encu yê ji gundê Roboskê, ku di êrîşê de tevî birayê wî 27 xizmên wî hatibûn kuştin, bû parlamenterê HDPê yê Şirnexê.

Ferhat Encu
Ferhat Encu

Di dema qedexeyan de li Cizîr, Silopê û li Şirnexê bû. Lê Encu jiber daxuyaniyên xwe bi hiceta propagandaya rêxistina terorê kiriye, çar sal û neh meh cezayê hepsê lê hat birîn û parlamenteriya wî ji destê wî hat sendin.

Raporta Xecîcan Farqîn 27.12.2017
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:47 0:00

XS
SM
MD
LG