Muzîkar Sixto Rodriguez 81 salî canê xwe ji dest da. Qîza Rodriguez ragihand ku ew do Sêşemê miriye.
Rodriguez, ku li Detroitê hatiye dinê, dema muzîka folk-rock populer dest bi muzîkjeniyê kir, lê li welatê xwe nehat nas kirin.
Stranên wî bê ku ew hay jê hebe li Australia û bi taybetî li Afrîqaya Başûr deng dan.
Du heyranên Rodriguez ser jîyana wî belgefîlmek çêkirin.
Heta wê li Afrîqa Başûr nedihat zanîn ku çi bi serê Rodriguez de hatiye û dihat gotin ku wî yan li ser dikê xwe şewitandiye yan jî bi hişbira zêde miriye.
Lê Rodriguez hîn sax bû û li Detroitê bû. Ew ji karîyera muzîkê dûr ketibû û li karên çêkirina avahîyan dixebitî.
Wî hay ji navdarîya xwe li Afrîqaya Başûr tunebû.
Piştî belgefîlma ser jîyana wî, ew xêncî Afrqîqaya Başûr li seranserê cîhanê hat nas kirin.
Salek piştî belgefîlmê, Rodriguez li Festîvala Glastonbury derket ser dikê.