Li vê demê ku xwepêşandanên dijî rejîma Beşer Esed li seranser Sûrîyê didomin, rejîma Şamê jî teperserkirina xwe ya hovane berdewam dike.
Tevî ku meha Ramazan ya pîroz destpê kiribe jî, ew sê roj in artêşa Sûrî ketiye nav bajarê Hamayê û bi dehan kes kuştine.
Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de rojnamevan û bizavkar Mesud Hamîd dibêje, rejîma Sûrî li Hamayê qirkirjnek rêve dibe û bi dehan kes dikuje.
Tevî ku hejmara kuştîyan ji Tûnis, Misir û Lîbyayê zêdetir be jî, civata navnetewî be deng e û naxwaze hovîtîya Beşer Esed bibîne.
Jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka ‘Guhdarî kirin’a jorîn klîk bikin.