Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Roj TV Daxwaza Pêdeçûna Dadgeha Danîmarkê Dike


Roj TV Logo

Roj TV Logo
Roj TV Logo

Televizyona Roj TV ku li Denîmark cih digire doza xwe li dijî biryara dadgeheke Danîmarkî berdewam kiriye. Dadgeh dibêje Roj TV yaseyên dijî-terorizmê derbas dike.

Rêbirê Roj TV Imîdat Yilmaz roja Înê gote peyamnêran ku televizyonê bi rengekî nerewa hatibû berçav kirin.

Berêz Yilmaz got “Ew idîa dikin ku sîstema dadweriyê daye pêş em propogendaya rêxistineke teroristî dikin, û em dibêjin ew idîa ne rast in. Em nuha dozê berdewam dikin û piştî birrîna ceza emê biryarê bistînin ka çi bikin.”

Dadgehekê li paytexta Denîmark Kopenhagen, biryar da ku Roj TV piştgiriya Serhildayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dikin. Wekî tê nasîn, PKK weke rêxistineke terorist ji aliyê Yekîtiya Ewropa û Amerîka ve tê venasîn. Dadgehê got di navbera Sibata 2008an û Êlûna 2010an de, Roj TV nameyên PKK bê rexne weşandin, bo azirandina terorizmê.

Parêzerê Roj TV Bjorn Elmquist got wî nikarîbû ti belgeyan nîşan bike. Ew hêvî dike karibe biçe dadgeheke bilindtir.

XS
SM
MD
LG