Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îro Roja Cîhanî ya Azadîya Ragihandinê Ye


World Press Freedom Day
World Press Freedom Day

Roja 3’yê Gulanê li cîhanê wek Roja Azadîya Ragihandinê tê pîroz kirin.

Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di Berfanbara 1993’an de biryar da ku wê rojê wek Roja Azadîya Ragihandinê bipejirîne.

Di vê rojê de li seranser cîhanê programên taybet yên wek panel, semîner, workşop tên darxistin û girîngî ji azadîya medya re tê balkişandin.

Mixabin di salên dawî de rewşa azadîya ragihandinê ber bi xirabtirbûnê ve diçe û astengîyên pêş rojnamevanan zêde dibin.

Yolanda Lopez
Yolanda Lopez

Dîrektora demkî ya Dengê Amerîka (VOA) Yolanda Lopez jî mesajeke taybet weşand û bal kişand ser girîngîya azadîya ragihandinê.

Lopez got ku VOA bi berdewamî roleke girîng dilîze ku nûçe û pêzanînên balanskirî raberî 311 mîlyon guhdar, temaşevan û xwendekarên xwe yên heftane yên li her alîyên cîhanê bike.

“Ez vê Roja Azadîya Ragihandinê ya UNESCO, ji konferansa Rojnamevanî Bin Dorpêça Dîjîtal ya li Uruguayê pîroz dikim. Weke peyîvdara serekî ya vê konferansê, ezê derheqa gefên ser rojnamevanên ku bi lehengî dixebitin, biaxifim. Edîtora VOA ya Azadîya Ragihandinê Jessica Jarreat wê moderatorîya panelekê bike ku pisporên ji seranserê cîhanê ser ewlehîya rojnamevanan bepeyîvin. Armanca wê panelê ev e ku di navbera lêkolînên zanistî, tecrubeya rojnamevanên li qadê û kesên ku di sîyasetê de biryardar in, bibe pirekê ku rojnamevanan û rojnamevanîyê biparêzin.”

Lopez bi berdewamî got ku ew rojnamevanên ku bi canfêdayî jibo azadîya ragihandinê dixebitin, silav dike.

“Çawa ku em vê rojê pîroz dikin, hun jî tev li min bibin ku ew wan rojnamevanên leheng silav dikin ku cane xwe davêjin xeterîyê û bi pêgirî li dewletên ku givaştinê li azadîya ragihandinê dikin, karê xwe dikin û dibin armanca çavtirsandin, reşkirin û sansurkirinê. Werin em bi hevre wan kesên ku di şopa rastîyê de canên xwe danê, rûmetdar bikin.”

Lopez di dawîya peyama xwe de got ku ew bi karê VOA serbilind e û ew rêza xwe dide hemî kesên ku jibo azadîya medyayê û azadîya dîyarkirina ramanê kedê didin.

XS
SM
MD
LG