Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nêrîna Pêkhateyên Cûda li Hewlêr li Ser Roja Cîhanî ya Keçan


Keçên zaro li dibistaneke bajarê Hewlêr
Keçên zaro li dibistaneke bajarê Hewlêr

Ji tex û pêkhateyên cûda yên bajarê Hewlêr nêrîn û bûçûnên xwe li ser Roja Cîhanî ya Keçên Zaro tînin ziman û didin zanîn ku li Herêma Kurdistana Îraqê hêjî giringî bi wê rojê nehatiye dan.

Çalakvanên jin, parêzer û moamoste dibêjin, divê zêdetir giringî bi keçan bihê dan û çalakiyên hemereng di roja Cîhanî ya Keçan da bihên encamdan.

Almêra Ehmed ku parêzerek jine bo Dengê Amerîka diaxive û dibêje"Me hin dosyayên keçên ciwan yên li jêr 18 saliyê da hene, jiber hesasiya mijarê em nikarîn behs bikîn jiber ku em dixwazîn mafê wan keçên zaro biparêzîn."

Buşra Xoşnaw, mamostaya dibistana keçan li Hewlêr dibêje"piraniya xelkê agahiyên wan li ser roja cîhnaî ya keçan nîn in û hest bi giringiya wê rojê nekirine."

Zarokek keç ku li dibistanê dixwîne dibêje "Navî min Şayane, ez hez dikim bibim dixtor û nexweşan çareser bikim."

Wek tê zanîn Netwên Yekbûyî berî 8 salan 11 Cotmehê weke roja Cîhanî ya Keçên Zaro nas kirbû û hersal li vê bîranînê çalakiyên piştevanî û destek kirina keçan dihên encamdan.

Ev roj ne tenê weke bîranînbeke jibo Netewên Yekbûyî belkî ew dixwazin balê bikişînin ser pirsgirêkên keçan û astengiyên dikevin di rêya wan da.

Li cîhanê 12 milyon keç li jêr jiyê 18 saliyê da dizewicînin û her yek ji 5 keçan 1/5 rastî destdirêjiyên seksî tên.

Raporta Hewlêr
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:36 0:00


XS
SM
MD
LG