Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Keçên Zaro li Duhokê Bo Roja Cîhanî ya Keçan Çi Daxwaz Hene?


Arşîv - Efrîn
Arşîv - Efrîn

Netewên Yekbûyî roja 11 Cotmehê weke roja Cîhanî ya Keçên zaro destnîşan kirîye, gelek welat û civakên sivîl, vê rojê pîroz dikin û bi çalakiyên taybet pêşwaziyê li vê rojê dikin, Herêma Kurdistana Îraqê jî wê rojê li bîr tîne û çalakiyan encam dide.

Herçende heta niha bi rengek baş ev roje li cem xelkê Herêma Kurdistanê baş nehatiye naskirin, di çend çalakiyên sinordar da roja cîhanî ya Keçan li bajarê Duhok jî hat bîranîn.

Li bajêrê Duhok çend keçên zaro di vê rojê da daxwaza yeksaniyê û nebûna cudahiya regezan dikin.

Keça zaro ya 13 salî Dunya rûniştvana bajarê Duhok derbarê roja Cîhanî ya Keçan dibêje"Ez hez dikim çi caran cûdahî di navbera kur û keçan da nebîtin, bi yek çav cîhan sehkete keç û kuran, mafên keçan jî divê wek yên kuran bin."

Herwiha Kevîn, keça 13 salî ku hevala Dunyayê ye ew jî dibêje"Îro roja cîhanî ya keça ye, îcar min divê cûdahî di navbera keç û kuran da nemîne".

Ji egera hebûna COVID-19 li ser astê tev herêma Kurdistanê bizav û çalakiyên bi kom nehatin encamdan, bi taybet li parêzgeha Duhok ji ber bilindbûna rêjeya tûşbûyan.

Raporta Duhok - 11 10 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:18 0:00


XS
SM
MD
LG