Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lihevhatina Amerîka û Tirkîyê Dê Bandoreke Çawa li Ser Kurdan Bike?


Şivan Xabûrî û Dr. Derwêş Ferho
Şivan Xabûrî û Dr. Derwêş Ferho

Balyozxaneya Amerîka li Enqerê, roja Çarşemê 7î Tebaxa 2019an bi daxuyanîyek nivîskî ragihand ku, şandeyên Amerîkî û Tirkî, li Wezareta Berevanî ya Tirkîyê danûstendin li ser Sûriyê, bi taybet li ser bakur û bakurê rojhilatê Sûriyê encam dan, her du alî gihane lihevhatinekê û li gur sê xalên ku hatine weşandin, divê lihevhatin di çend qunaxan re derbaz bibie, pêşî û bilezgînî divê fikarên tirkiyê yên derbarê ewlekarîya wê di berçavan re bihên derbaz kirin û tedbîr bihên stendin û joreke operasyonan li Tirkiyê bihê avakirin, herwiha korîdora aştiyê li ser sinor bo vegerîna Sûroyên penaber bo ser malên xwe bihê avakirin, lê horgiliyên pêkhatinê hêjî nayên zanîn.

Piştî ku lihevhatin hat ragihandin reaksyonên pir alî derketin holê, berpirsên Kurd bi hişyarî pêşwazî lihevhatinê kir, hikûmeta Dîmeşqê bi tundî li dij rawestiya.

Heta niha nayê zanîn kanê şêwaz û rengê lihevhatinê çawa ye, dê herêma Ewle çawan be û zemîna wê çend be?

Wezîrê derve yê Tirkiyê doh Pêncşemê derbarê lihevhatina bi Amerîka re got, Tirkiye qebûl nake, lihevahtina roja Çarşemê weke ya Minbicê lê bihê, divê demlidest bihê bicî anîn.

Ev mijara giring ya girêdayî çarenivîs û siberoja herêmê bi giştî ya Kurdan li bakur û bakurê rojhilatê Sûriyê bi taybetî di bernama "Hello Washington" de bi mêhvanan re hat gotûbêj kirin.

Mêhvanên bernamê Dr. Derwîş Ferho, Serokê Înstîtûya Kurî li Bruksel û berêz Şivan Xabûrî nûnerê Xweserîya Demokratîk li bakur û bakurê rojhilatê Sûriyê .

Berêz Şivan Xabûrî da zanîn ku, weke berpirsên Kurdan, yên Hêzên Sûriya Demokratîk û hem yên Xweserîya Demokratîk li gel Amerîkiyan û Hevpeymanan li bakurê Sûriyê di nava danûstendinan de ne, lê tiştekî konkret heta niha ji encamên lihevhatina Tirkiyê û Amerîka derneketine, Xabûrî herwiha da zanîn ku rewş gelek aloz û bi girêye, pirsgirêk weha bi sanahî çareser nabe.

Dr. Derwîş Ferho got, tecrûba Efrînê li holê ye û ew bawer nakin ku Amerîkî rojavayê firatê bixin jêr kontrola Tirkiyê.

Ferho hewiha got ku di heman dema lihevhatin pêkhatî rêberê girtî yê PKK A. Ocalan bi rêya parêzeran peyam daye berpirsên Dewleta Tirk ku çareseriya pirsa Kurd û pirsgirêkên li herêmê bi diyalogê werin çareser kirin.

Hello Washington 09 08 2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:08 0:00

XS
SM
MD
LG