Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Roja Zimanê Kurdî li Stenbolê bi Pêşengîya NÇM Û Komela Lêkolînên Kurdî Hat Pîroz Kirin


Bi pêşengîya Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) û Komela Lêkolînên Kurdî 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî do li du taxên Stenbolê li Esenyurt û Kartal bi meş û daxuyanîyan hat pîroz kirin. Lê, polîsan bernameya Kartal’ê asteng kir û nehişt meş were lidarxistin.

Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û bi sedan kesan jî piştgirî da van çalakîyan.

Li Esenyurtê jî girse li ber avahîya HDP’ê kombûn û demekê li ber stranên Kurdî govend gerandin û piştre jî bi pankarta “Bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê” ber bi Qada Esenyûrtê ve meşîyan.

Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Remzîye Alparslan got ku tevî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrupa (ECHR) zimanê bi mîlyonan Kurdan ji alîyê serdestan ve tê binpêkirin.

“Gelê Kurd hewl dide çand û zimanê xwe zindî bihêle û biparêze. Tovên têkoşîna ziman û nasnameyê ku Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî di 15’ê Gulana 1932’yan de pêşengîya wê kiribû îro jî didome,” wê got.

Li alîyekî din ve, jî hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Ferhat Encû jî bal kişand ser polîtîkayên asîmîlasyonê û got ku vî gelî tevî hemî qedexe û astengîyan dev ji zimanê xwe berneda.

Kurdish Language Day celebration in Istanbul
Kurdish Language Day celebration in Istanbul

“Desthilat îro zimanê nêzî 40 mîlyon Kurdan qedexe dike. Lê gelek zimanên cuda li Tirkîyê serbest dike. Vê yekê li ser dijmintîya gelê Kurd dike. Gelek bi zimanê xwe tê nasîn. Ez ji vir bang li gelê me dikim ku em xwedî li zimanê xwe derkevin. Zimanê me hebûna me ye,” Encu got.

Hêjayî gotinê ye ku li vir peyamekî hevpar jî hat dayîn û bang li hikûmetê hat kirin da ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê û astengkirinên dijî ziman jî werin rakirin.

MEB_5_16_Pîrozbahîya_Roja_Zimanê_Kurdi_NÇM_Komela_Lekolînen_Kurdî
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:22 0:00
MEB_5_16_Pîrozbahîya_Roja_Zimanê_Kurdi_NÇM_Komela_Lekolînen_Kurdî
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:22 0:00
XS
SM
MD
LG