Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Roja Destpêkirina Xwepêşandanan de 2 Fîlîstînî li Gaza hatine Kuştin


Karbidestên saxlemî yên Fîlîstînî ji Reutersê re ragihand ku di êrîşên Îsraîlî de, herî kêm 2 Fîlîstînî li Gaza hatine kuştin, di vê demê de ku rûniştvanên Gaza dest bi xwepêşandaneke plankirî ya şeş hefteyî li seranser tixub kir.

Jêderên nexweşxaneyan dîyar kir ku yek ji kuştîyan, cotkarek e ku di encama êrîşa tankeke Îsraîlî de, li başûrê Gaza jîyana xwe hinda kir.

Zilamê duyê jî di encama pevçûnên keviravêtinê yên bi leşkerên Îsraîlî de, li ber sêma sînorî hate kuştin.

Berdevkekî artêşa Îsraîlî got ku li başûrê Gaza “du berguman nêzî dîwara ewlekarî bûn û dest bi kiryarên bi şik kirin û tank jî êrîş bir ser wan.”

Xwepêşandana “Roja Axê” bîranîna salane ya kuştina 6 hemwelatîyên Ereb yên Îsraîlî ji hêla hêzên ewlekarî yên Îsraîlê ye, ku di sala 1976an de dijî destdanîna hikûmetê ya ser axên Fîlîstînîyan hatibûn kirin.

XS
SM
MD
LG