Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jinên Efrînê di Çalakiyên 8'ê Adarê de


Jinên Efrînê di Çalakiya 8ê Adarê da

Jinên herêma Efrînê ku li penageha Şehba hatine koçber kirin, jibo 8’ê Adarê anku Roja Cîhanî ya Jinan, çalakîyên curbicur pêk tînin.

Çalakîyên îsal di bin durişmeya (Têkoşîna me azadîya jinê ye) birê ve diçin, ku tê de rêze seminar û panêl tên dayîn herwiha belavok tên parve kirin.

Derbarê van çalakîyan û peyaman dixwazin îsal bighînin, Şêrîn Hesen berdevka rêxistina jinê (Kongira Star) ji me re axivî "Ev sê salin em li Şehba ji cîwarê xwe dûr in, çiqas em roja jinê bi êş pîroz dikin, lê em wê êşê dikin hêz".

"Em dixwazin ji dijmin re bêjin, ku kiryarên li dijî gelê me dike û bi taybet li dijî jinê, vîna me naşkîne, çimkî em xwedîyê Efrînê ne û emê bi serbilindî vegerin", Hesen got.

Her di vê çarçovayê de jinên endam di Kongira Star de pêngava parvekirina belavokan bi jinên derbider re destpê kirin.

Ew bi cil û bergên xwe yên Kurdî derbaz nav kampan bûn belavok dan jinan û ew vexwendin şahîya ku di 8’ê mehê de dê li dar keve.

Elîf Şêx Mihemd got ku jina Kurd li cîhanê deng vedaye, û dor çalakîyên vê rojê wiha domand "Em weke jinên Kurd di nava Rêvebirîya Xweser de me xwe rêxistin kiriye, çiqas zor û zehmetî hebin jî, lê tu carî ji me re nabin bend, ku me hîn bi hêz dike".

Jinên li kampên derbiderbûnê dimînin jî, bi coş çalakîyên Roja Cîhanî ya Jinê pêşwaz dikin.

Wan bal kişand ser jina Kurd ku îro xwendevan û zana ye, herwiha siyasetmedar û YPJê ne, ku keda wan li her warî de heye, loma jina Efrînê tê armanc girtin.

Hêjayî gotinê ye ku di çend salên borî de rola jinê li herêmên Rêvebirîya Xweser berçav e, wê gavên girîng di qadên cuda de avêtine, ku li Efrînê berî destdanîna Tirkîyê jinê di astên herî bilind yên sîyasî, leşkerî û îdarî de cihê xwe girtibû.

Lê piştî destdanîna Tirkîyê û komên çekdar ser herêmê, jina Kurd li hindur Efrînê bi guvaş û zêdegavîyan re rûbirû maye, ku gelek tawan û sûc li dijî jinan tên kirin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:32 0:00

XS
SM
MD
LG