Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevan Ayşegul Dogan Pîrozbahîyên 1'ê Gulanê li Stenbolê Dinirxîne


1'ê Gulanê îsal di nav tundîyan de tê pîroz kirin
1'ê Gulanê îsal di nav tundîyan de tê pîroz kirin

1'ê Gulanê, Roja Karkeran li seranser cîhanê bi şahî û kêfxweşî tê pîroz kirin. Lê, ev roja girîng li Stenbolê û çend bajarên din yên Tirkîyê bi tundî û tûjî derbaz dibe.

Dezgehên ragihandinê didine zanîn ku pitir jî 100 kesna ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatin binçav kirin û polîs li gelek deran tundî li hember xwepêşanderan kar tîne.

Rojnamevan Ayşegul Dogan di vê hevpeyvîna Dengê Amerîka de bûyerên rojê li Stenbolê dinirxîne û agahîyên girîng dide.

Birêz Dogan dibêje, dema mirov li wêne û dîmenan binêre dibîne ku di vê cejnê de ne pîrozbahî, lê zulum li kedkaran tê kirin.

”Kedkarên Stenbolê, nûnerên sendîkayan û partîyên sîyasî dixwest li Taksîmê kom bin ku kedkarên ku di sala 1977’an de jîyana xwe dest dane bi bîr bînin, lê hikûmeta AKP rê neda wê yekê.”

Dogan bi bîr tîne ku berî çar salan heman hikûmetê hêlabû li Qada Taksîmê pîrozbahî were kirin û hîngê ti bûyer neqewimîbûn.

”Hikûmet îsal jî destûr neda pîrozbahîya li Taksîmê. Bi vê biryarê, ne tenê bi sedan kes binçavkirî ne, herwiha Stenbol jî di binçavkirî ye jiber ku gelek kes nikarin ji malên xwe derkevin, yên derketine jî wek sûcdar tên qebûl kirin.”

Aysegul_Dogan_RR
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:51 0:00

XS
SM
MD
LG