Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Roja Qudsê de bi Hezaran Îranî Piştgirî Didin Fîlîstînîyan


Roja Qudsê li Tehranê (Arşîv)
Roja Qudsê li Tehranê (Arşîv)

Bi hezaran Îranî di xwepêşandanên “Roja Qudsê” ya salane de plana Serokê Amerîkî Donald Trump ya aştî ya li Rojhilata Navîn şermezar kir.

Televîzyona dewleta Îranê ragihand ku li seranser welêt 950 xwepêşandan hatine kirin û xwenîşanderan slogan û diruşmên wek “Quds paytexta herdemî ya Fîlîstînê ye” û “Mirin ji Amerîka re” û “Mirin ji Îsraîlê re” qirîyan.

Reutersê ji zarê malperên Îranî ragihand ku xwepêşandaran herwiha rûberên Trump û alayên Îsraîlî û Amerîkî şewitandin.

Li Îraqê jî rêdeçûnên “Roja Qudsê” hatin darxistin û bi hezaran şervanên mîlîşayên Şîa li paytext Bexda derketin kolanan û piştgirî dan Fîlîstînîyan.

XS
SM
MD
LG