Îro Pêncşemê li Amerîka wek Roja Spasdarî tê pîroz kirin ku kevneşopîyeke dûr û dirêj e.
Roja Spasdarî her sal di Pêncşema çaran ya meha Mijdarê tê pîroz kirin. Di vê roja behnvedana federalî de, bi sed hezaran Amerîkî bi rêya firok, tren û otobusan serdana heval û hogirên xwe dikin.
Di Roja Spasdarî de ku nîşaneya hatina demsala zivistanê ye, Amerîkî li mala dost û hevalên xwe kom dibin û bi hevre cilux anku elok dixwin.
Di roja piştî Roja Spasdarî de ku “Black Friday” anku “Înîya Reş” tê gotin, buhayê gelek tişt têne kêm kirin û Amerîkî bo hezkirîyên xwe dîyarî dikirin.
Di vê roja taybet de, hin Amerîkî jî dema xwe jibo rêxistinên xêrxwaz vediqetînin û xwarinên spasdarîyê pêşkêşî stargehên bêmalan dikin.
Serokê Amerîka Donald Trump, ku vê rojê li havîngeha xwe ya li bajarê Palm Beach a Florîda diborîne, li ser Twitterê Roja Spasdarî li şoperên xwe pîroz kir.
Wî herwiha peyameke taybet şand endamên leşkerîya Amerîkî û roja wan pîroz kir.
“Di vê Roja Spasdarî yê de, em spasdarê hemî kesan in ku kincên leşkerîya Amerîkî li xwe dikin û derfet ji me re çêdikin ku em bikaribin vê rojê pîroz bikin.”
Federasyona Ciluxan ya Netewî ya Amerîkî ragihand ku sala borî Amerîkî 46 mîlyon cilux (elok) xwarin û pêşbînî ew e ku hejmar îsal bilindtir be,
Rêxistina Otomobîl ya Amerîkî (American Automobile Association) ragihand ku 55 mîlyon Amerîkî jibo derbazkirina Roja Spasdarî ji malên xwe herin cîhên din û ew rêje ji ya sala 2005an 3 ji sedê bilindtir e.
Tê çaverê kirin ku 4.45 mîlyon kes bi rêka firokan rêwîtî bikin û 846,000 Amerîkî jî bi kompanîya Amtrak ya trenê herin serêdana hezkirîyên xwe bikin.