Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ebdulkerîm Sarûxan: Rojava dê bo Mam Celal Konên Sersaxîyê Deyne


Serokê Meclîsa Rêvebir ya Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan, di hevpeyvîneke taybet de ji Dengê Amerîka re ragihand ku ewê li hin deverên bakurê Sûrîyê, bo Celal Talabanî konên sersaxîyê deynin.

Sarûxan dîyar kir ku Talabanî li hemî herêmên Kurdan û Ewrupa xizmeta gelê Kurd kiriye û bo wan rolekî girîng lîstîye.

‘’Ser koça dawî ya Mam Celal, wek rêvebirîya xweser me sê roj şîn îlan kir. Em xwe wek şagirtên wî dibînin. Li hin deverên Rojava emê bo Mam Celal konên sersaxîyê deynin’’ Sarûxan got.

Sarûxan ser referanduma Herêma Kurdistana Îraqê da zanîn ku ew alîgirê îradeya gel in. Wî got ku ew dixwazin bi Hêrema Kurdistanê re peywendîyên xwe xurt bikin û sînorê bi wir re vekin.

Serokê Mêclîsa Rêvebir ya Kantona Cizîrê derbarê hilbijartinan komînan jî dîyar kir ku rêjeya beşdarîyê ji 70 ji sedî zêdetir e û wan bi hilbijartinê bingeha sîstema federalîyê li bakurê Sûrîyê danî ye.

Sarûxan da zanîn ku xêncî Kurdan, Ereb û Sûryan jî beşdarî hilbijartina komînan bûne û ew jî nîşan dide ku gel ji pêşnîyazên wan razî ne. Wî got ku ser rastbûna sîstema wan, hikûmeta Sûrîyê xwestîye danûsitandinan bike û ew jî ji diyalogê re vekirî ne.

XS
SM
MD
LG