Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Girtina Derbazgeha Sêmelka-Pêşxabûr û Bandorên Wê li Rojava


Di gera nava bazara Qamişlo de ber bi çav e ku Refên dermanxane û firoşgehan ji şîrê zarokan vala dibin.

Ji ber girtina derbazgeha Pêşxabûr-Sêmelka ku herêmên rêveberîya xweser bi herêma kurdistana Îraqê ve girêdide ,madeya Şîrê zarokan li bazarên herêma Cizîrê gêdibin.

Herêma kurdistanê Îraqê tekane rêya hinartina şîrê zarokan e ji bo herêmên kurdê Sûrîyê.

Li gorî bisporan ku eltrtnatîfa pirrê madeyên ku bi rêka herêma kurdistanê ji bo herêmên kurdên Sûrîyê dihatin hinartin , bazirgan dikarin ji herêmên rêjîma Sûrîyê peyda bikin.

Li hin made wek şîrê zarokan elternatîfel baş li herêmên rêjîmê ne baş in. Dermansazekî ji Qamişlo ne xwest navê xwe eşkere bike ji Dengê Amerîka got :

"Cureyen şîrê zarokan "Nîdo, Nîdo Plus, Kîkûz, Baby Lac û Dialacli dermanxaneyên bajêr ji dema ku dergeh girtî ye kêmdibin."

Di encama girtina dergehê sînorî Sêmalka – Pşxabûr de kirîzek mirovî derdikeve holê, ku hin madeyên serke rê ber hinartina wê hat girtin.

Li alîyekî din nexweşên giran berê xwe didan herêma kurdistana Îraqê bi taybetî nexweşên pençeşêrê û şewitandinê.

Ebdelah Ehmed nexweşê pençeşêr ye, ji bo dermanê xwe ev du sal in her 3 mehan carekê berê xwe dida herêma kurdistana Îraqê , niha dema dermanê wî hat lê dergeh pêşwî girtî ye.

"Ez nikarim herêm Şamê ji ber tirsa girtinê. Em diçûn Hewlêrê, lê niha rê wê jî nema

Nizanim li ku dermanê xwe yê kîmawî wergrim."

XS
SM
MD
LG