Di 11 û 12 meha Çile de li avahiya perlemana Yekîtiya Ewrupa li Beruksel konfiransek navnetewî ji bo kurdên Sûriyê lidar ket, bi amadebûna kesayetên siyasî, ronakbîr û nûnerên partiyên siaysî ji Erwrupa, Amerîka û welatên erebî.
Ev konfirans ji aliyê hevalbendên kurdan di perlemana Yekîtiya Ewrupa de û xweseriya Demokratî li bakûr û rojhilatê Sûriyê hate amade kirin bi alîkariya Hevbendiya navnetewî ya berevaniya mafên mirovan ( AIDL) û hevgirtina Kesk li Erwrupa.
Di kombûnên konfiransê de rewşa herêmên kurdî li bakûr û rojhilatê Sûriyê giftûgo bû û ya din jî bandora destwerdana leşkerî ya Tirkiyê û alîgirên wê ji çekdarên rikeberiya Sûrî di hermê de û bandora guherîna demografî li ser paşeroja herêmê bi taybetî û ya Sûriyê bi giştî.
Di derbarî vê konfiransê de Dengê Amerîka hevpeyvînek bi nivîskar û nûnerê Partiya Sûriya Paşeroj li Ewrupa Hisên Omer re kir.
Nivîskar Hisên wekû kesekî beşdar di vê konfiransê de, got ku ev konfirans gavek erînî ye ji bo piştevaniya doza kurdî li Sûriyê û li welatên din jî, ji ber bala raya giştî li ewrupa û welatên din kişand.