Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Girtina Du Rojnamevanan li Qamîşlo Tê Şermezarkirin


Girtina rojnamevan Amir Murad û rojnamevan Ferîdon Qiço hîn di girtîgehên Asayîşê de, li bajarê Qamişlo berdewam dike.

Li gor agahiyan asayişê bi tawana weşandina nûçeyên nerast li ser malperan, ev rojnamevan ji aliyê saziya Asayişa Rojava hatine girtin, lê girtina wan rastî nerazîbûna hevpîşeyên wan hat.

Girtina rojnamevan Amir û Ferîdon li gorî Asayîşê piştî ku herdû rojnamevan nûçeya kuştina fermandarê Asayîşê Ciwan Îbrahîm liser malperên dezgehên xwe belavkirin ew hatine girtin, piştre ev nûçe ne rast derket, herdû rojnamevanan liser malperên xwe gotin ku malperên wan hatibûn hak kirin û ne wan ev nûçe weşandiye.

Yekîtiya ragihandina Azad di daxuyaniyek nivîskî de doza berdana rojnamevanên girtî kir û anîn ziman ku, ewê rewşa wan li girtîgehê bişopîn in .

Li aliyê din yekîtiya rojnamevanên kurd li sûrîyê di daxuyaniya xwe de girtina Amir û Ferîdon ne yasayî nirxandin û doza berdana wan kirin.

Seroka yekîtiya rojnamevanên kurd li sûriyê, Selwa Dazwan ji bo Dengê Amrîka dibêje:"girtina hevalê me Amir û Ferîdon ne li gorî yasaya ragihandnê ye."

Rojnamevan Cîhad Derwîş anî ziman ku, girtina hevalên me yên Rojnamevan dihêle em reşbîn bin ser azadiya nerîn û gotinê li rojavayê kurdistanê, herweha doz li Asayîşê dike ku rêzgirtinê li mafê rojnamegeriyê bigir e.
Rojnamevan Hisên Zêdo ew jî girtina Amir û Ferdîon ne yasayî dibîne .
girtina rojnamevan Amir Murad û Ferîdon Qiço rastî ne razîbûnan tê, bi sedan rojnamevan û rewşenbîr liser malperên xwe yên fêsbûkê piştgirya xwe ji bo Amir û Ferîdon diyar kirin.Herweha girtina wan ji aliyê Asayîşê ve bi tûndî tê şermezarkrin.

Girtina du rojnamevanan li Rojava
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:45 0:00

XS
SM
MD
LG