Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirîya Xweser 99 Kesên ji Malbatên DAIŞê Radestî Qirgizistanê Kirin


Rêvebirîya Xweser li Bakur û Rojhilata Sûrîyê roja Çarşemê ragihand ku wê 99 kes radestî Komara Qirgizistanê kirine.

Rêvebirîya Xweser da zanîn ku 72 ji wan kesan zarok û 27 jî jinên malbatên DAIŞê ne.

Desteya karê Derve ya Rêvebirîya Xweser ser malpera xwe ya fermî do Çarşemê bi şev ragihand ku wê pêşwazîya şandek Qirgizistanê li Qamişlo kiribû.

Şanda Qirgizistanê bi seroktîya nûnerê wezareta derve ya Qirgizistanê Bakit Kadyrov û şanda pê re ji alîyê cîgirê hevserokê wezareta derve ya Rêvebirîya Xweser Rubil Bahho û endamê Rêvebirîya Desteyê Xalid Îbrahîm û nûnera Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Lana Hisên hat pêşwazî kirin.

Endamê rêvebirîya desteya karê derve ya rêvebirîya xweser Xalid Îbrahîm bi daxuyanîyê ji Dengê Amerîka re piştrast kir ku her 99 kes ji kampa Holê hatin derxistin û radestkirin.

" 99 jin û zarok malbatên Daiş yên hemwelatîyên Qirgizistanê hatin radestkirin şandek wî welatî" Xalid Îbrahîm got.

Li gor amarên dawî yên Rêvebirîya Xweser li kampa Holê ya taybet bi malbatên DAIŞê, 43,456 kes in û ji wan 16700 Sûrî, 20144 Îraqî û 6612 jî bîyanîyên ji 56 welatên cuda ne.

ZO_02_22_2024_Qyrgyzstan
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:47 0:00

XS
SM
MD
LG