Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Krîza Nebûna Sazîyên Mirovî yên Navnetewî û Pêşkeşkirina Alîkarîyan li Rojava

BCF Workers in Syria
BCF Workers in Syria

Ji ber birîna alîkarîyên darayî yên navneteweyî ji bo Sûrîyê bi giştî û herêmên Kurdan bi taybetî, gelek malbat li êdî nikarin dermanên pêwîst bi dest bixin, yên ku berê li herêmê bêpere dihatin belavkirin.

Her çend sazîyên mirovî yên herêmî hewl didin valahîya derman û alîkarîyên bijîşkî tije bikin jî, rawestandina piştgirîya darayî ya navneteweyî metirsîyeke mezin li ser berdewamîya projeyên mirovî li herêmê çêdike.

Hedîya Elî ya ji Hesekê, ku diya pênc zarokan e û nexweşe, ji bo wergirtina derman çûye Qamişloyê. Ew dibêje ku divê alîkarîyên bijîşkî yên bêpere li hemû bajar û gundan berfireh bibin, ji ber ku ev daxwazeke lezgîn e.

Saziyên Alîkarîyê li Rojava
Saziyên Alîkarîyê li Rojava

Ji bo alîkarîya xelkê di vê krîza darayî de, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Qamişloyê dermanxane û xizmetên bijîşkî yên bêpere vekirin. Ev kar di Çileya îsal de destpê kir.

Rêveberê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Sûrîyê Ehmed Ebdo diyar dike ku armanca wan gihandina alîkarîyên mirovî ye bo hemû kesên hewcedar li Rojava û tevahîya Sûrîyê.

Sedema sereke ya vê rewşê ji bo guhertina helwestên navneteweyî vedigere. Piştî ketina rejîma Beşar Esed, Amerîka û Ewropayê biryar dan ku alîkarîyên darayî yên rasterast rawestînin û rê bidin ku Sûrîye bi aborîya xwe ya taybet serbixwe bibe.

Saziyên Alîkarîyê li Rojava
Saziyên Alîkarîyê li Rojava

Lê belê, ji ber vê guhertina aborî, qeyrana darayî ya sazîyên herêmî berfirehtir bûye. Çalakvanên li Qamişloyê diyar dikin ku piştgirîya Ajansa Amerîkî bo Geşepêdana Navneteweyî (USAID) hatîye rawestandin, lewma bi sedan rêxistinên sivîl neçar mane ku karên xwe rawestînin û gelek projeyên mirovî yên girîng li herêmê hatine betalkirin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG