Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raport: Ehmed Şeri' û Mezlûm Ebdî li Dîmeşqê Dicivin

 Fermandarê HSDê Mazlum Ebdî û Serokê Demkî yê Sûriyê Ehmed Şeri'
Fermandarê HSDê Mazlum Ebdî û Serokê Demkî yê Sûriyê Ehmed Şeri'

Hin raport piştrast dikin ku Mezlûm Ebdî, fermandarê giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD)ê, gihîştiye Şamê. Serokê demkî yê Sûrîyê Ehmed Şeri' û Mezlûm Ebdî ji bo danîna agirbestekê û îmzekirina peymanek berfireh ku dê nexşerêya pêşerojê ya Sûrîyê diyar bike dicivin.

Civîn, ku ji bo Yekşemê hatibû plankirin lê ji ber rewşa hewa ya xirab ji bo Duşemê hate paşxistin, piştî 13 rojan ji şerên dijwar ku tê de artêşa Sûriyê û hêzên eşîran, piştî şerê Helebê, ber bi bakur û rojhilatê welêt ve pêşketinên mezin bi dest xistin.

Kenala Al-Jazeera TV, ji aliyê xwe ve ragihand ku Ehmed Şeri' dê bi Mezlûm Ebdî re bicive da ku agirbestekê piştî şerên çend rojan li seranserê bakurê welêt ji Helebê heta Reqayê belav bibûn werin rawesandin, û agirbestê xurt bike.

Kenal li gur nûçegihanên xwe yên li herêmê ragihand ku roja Duşemê jî pevçûnên kujer pêk hatine.

Herwiha HSD'ê di daxuyanîyekê de ragihand ku girtîgeha Şedadî ya ku girtîyên ji rêxistina Daişê tê de dimînin ji kontrola wan derketî ye, ku bi hezaran girtîyên Daişê tê de ne dê bibin gefek mezin ya ewlehîyê li herêmê.

Artêşa Erebî ya Sûrî roja Duşemê ji aliyê xwe ve di daxuyanîyekê de îdîa kir ku hêzên wan "li Şedadî belav dibin ji bo kontrolkirina herêmê û girtina endamên Daişê ku "HSD'ê serbest berdane."

XS
SM
MD
LG