Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurdên Sûrîyê Sîstema Leşkerîya Mecburî Tînin


Kurdên Efrînê ragihandina otonomîya xwe pîroz dikin
Kurdên Efrînê ragihandina otonomîya xwe pîroz dikin

Karbidestên Kurdên Sûrîyê îro Pêncşemê dibêjin, wan qanûneke nû pejirand ku jibo mêran xîzmeta mecburî ya leşkerî tîne.

Karbidest dîyar dikin ku ew biryar li hember êrîşên Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam (DAÎŞ) yên ser hêrêma Kurdan hate dayîn.

Ew biryar xema Kurdan nîşan dide ku bi êrîşên DAÎŞ dibe ku hemî destketinên wan yên sê salên dawî pûç bin.

Hêjayî gotinê ye, Kurdên Sûrîyê, di nav şerê navxweyî de, li herêmên xwe yên bakurê welêt sîstemek nîv-otonom ava kiribûn, piştî ku hêzên Beşar Esed neçar mabûn ku ji wan deverana vekêşin.

Kurdên Sûrîyê, ku ji destpêka şerê navxweyî vir ve hewl didan ku bê alî bimînin, di meha Mijdara sala borî de, li Efrîn, Kobanê û Cezîrê sê rêvebirîyên xwe yên sîvîl îlan kiribûn.

Dû re, şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi awayekî serketî şerî cîhadîyan kiribûn û karîbûn DAÎŞ û grubên wek wê ji bajar û gundên Kurdan dûr bêxin.

XS
SM
MD
LG