Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kawa Malak: Jibo Kurdan Derfeta Statuya Federalî li Sûrîyê Heye


Şervanekî YPG li Serêkanîyê (Reuters)
Şervanekî YPG li Serêkanîyê (Reuters)

Berpirsê Tevgera Kurdistana Sûrîyê (T.K.S) Kawa Malak, ji Dengê Amerîka re êrîşên DAÎŞ’ê, helwesta partîyên Kurd li Sûrîyê û rewşa Kurdistana Sûrîyê dinirxîne.

Bizavkar Malak dîyar dike, Şoreşa Sûrîyê jibo Kurdan ne tiştekî nû bû, lê hişt ku derfetên nû bikevin destên Kurdan ku niha jî derfet heye Kurd bikarin wekî Kurdistana Îraqê bibin xwedî statuyeke federalî.

"Yên ku ji destpêka krîza Sûrîyê ve serketî bûne Kurd in, lê divê bi rêya her du encûmenên Kurdî êdî biryarên xwe yên sîyasî û leşkerî jî bikin yek."

Bizavkarê Kurd dide xuya kirin, lazim e hêzên sîyasî yên Kurd jibo çareserkirina pirsên Kurdistana Sûrîyê bi berpirsî tevbigerin û Desteya Bilind jinûve ava bikin.

Bizavkar Malak, li ser êrîşên DAÎŞ’ê jî dide xuya kirin, “Kurd dikarin ji alîkarîyên derve sûde bistînin û li hember êrîşan bi awayê leşkerî hêza xwe xûrtir bikin.”

XS
SM
MD
LG