Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Helwesta Rojava Derbarê Êrîşên Esmanî ya Koalîsyona Navnetewî


Êrîşên esmanî ya koalîsyona navnetewî li ser bargehên DAÎŞ li Sûrîyê destpê kir.

Li Rojavayê Kurdistanê helwestên sîyasî û hem jî ya leşkerî bi gelemperî êrîş erênî nirxandin.

Li ser encamên leşkerî yên êrîşên esmanî li ser armancên DAÎŞ, Berdevkê Giştî yê YPG Rêdûr Xelîl jî wiha şîrove kir.

”Êrîşên pêşîn bûn sedem ku hêzên DAÎŞ ji deverên bombekirî vekeşîn û ber bi Kobanê ve hatin. Ew giranî hatin ser me, lê piştî 24 seetan de êrîşên esmanî deverên nêzîkî Kobanê kir ew jî di encam de pir baş bû.”

Li ser helwesta Tirkîyê ku metirsîya xwe tîne ziman ku hevkarên PKK li Sûrîyê wê destekê bidin PKK, Rêdûr Xelîl wiha dibêje:

”Misoger ti êrîş ji hêla deverên di bin kontrola YPG de li ser sînora Tirkîyê çênebûne û wê di pêşerojê de jî çênebin.”

Li ser navê TEV-DEMê jî, endamê Konseya Rêvebir Abdulselam Ahmed dibêje TEV-DEM û gelê Kurd li Sûrîyê pêşwazîya êrîşên esmanî li ser DAÎŞê dikin .

Endamê Komîta Sîyasî ya Partîya Yekîtî Îsmaîl Hemê ku di nav ENKS cihê xwe dibêje ev êrîş gaveke erênî ye.

Rêvebirîya Xweser a Demokratîk li ser zarê Cîgira Wezîrê Karûbarê Derve , Emîna Oso dibêje êrîşên esmanî giring e.

Oso daxwaz ji hikûmeta Tirkîyê kir ku helwesta xwe ya ser koalîsyonê zelaltir bike.

***

Helwesta_Rojava_Erîşên_Esmanî_ZO
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:50 0:00

***

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:04:09 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG