Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civîna Lêvegera Sîyasî li Qamişlo Pêk Hat


Civîna Lêvegera Sîyasî li Qamişlo
Civîna Lêvegera Sîyasî li Qamişlo

Civîna Lêvegera Sîyasî li Rojava, piştî paşxistina bi sedemên nakokîyên navxweyî yên ENKS, îro Pêncşemê bim tevlîbûna 36 endaman li bajarê Qamişlo pêk hat.

Hevserokê TEV-DEMê Aldar Xelîl jibo Dengê Amerîka ragihand ku hêvîyên mezin ser kombûna wan hene û bê gûman hêvî tenê têra kar nakin û divê karekî çalak were kirin."

Hevseroka PYD Asya Ebdulah jî bal kişand ser berxwedana Kobanê û got ew serkeftin wê bibe bandoreke mezin û giring li ser civînên wan.

Salih Gedo, Sekretêrê Partîya Çep dîyar kir ku yekrêzîya gotara sîyasî ya Kurdî li Rojava wê bandora xwe li ser helwestên navnetewî hebe ku bêtir destek bidin Kurdên Rojav.

Di dawîya civînê de encam û biryarên kombûnê bi kongreyeke çapemenî hatin ragihandin.

Mihsin Tahir, Endamê Lêvegera Sîyasî ji alîyê Partîya PDK-S di kongrê de biryarên kombûnê şîrove kir.

“Lêvegera Sîyasî jiber nakokîyên sîyasî yên navxweyî yên di nav partîyên ENKS de dihate paşxistin. Niha piştî destwerdanek ji serokatîya herêma kurdistanê birêz Mesûd Barzanî ew nakokî hatin çareser kirin.”

ZO_2_5_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:40 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG