Zanîngeha Rojava dest bi tomarkirina şagirtan kiriye. Zanîngehê di vê salê de 2 beşên nû vekir, kolejên jinolojî û hunerên ciwan û jiber wê jî tevlêbûna xwendekaran li zanîngehê zêde bûye û gelek xwendekar jî ji derevê herêma Cizîrê navên xwe tomar dikin.
Hevseroka Koleja Endazyarîya Çandinî Dr. Alan Remo dibêje ku vê salê jimara xwendevanan zêdetir bûye, ev jî di xebata wan de de gaveke pêşketî ye.
Dr. Alan tîne ziman ku ew bi geşbînî li rewşa perwedê temaşa dikin û bo cîhkirina rêbazên xwendinê li herêmên Kurdî li Sûrîyê, hêvîyên mezin li pêş wan hene.