Partîyên rikeber li Rojavayê Kurdistanê, Rêvebirîya Xweser ya Demokratîk ya desthilatdar tawanbar dike ku girtina ser nerîna sîyasî dike.
Rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirovan (Human Rights Watch) Rêvebirîya Xweser bi wê yekê tohmetbar kiriye ku ew rêkberîya xwe ya sîyasî bi darê zorê digire.
HRW dibêje ku hin endamên Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) bi darê zorê hatine girtin.
Rêvebirîya Xweser îdiayên vî rengî red dike ku girtîyên endamên ENKS’ê ser bingeha sîyasî ye.
Rêvebirîya Xweser bi daxuyanîyeke nivîskî bersîva HRW da û got ku ev rapor sîyasî ye û tenê nerîna yek alî hatiye girtin.
Serokê Encûmana Rêvebir ya Herêma Cizîrê Ebdulkerîm Saroxan dibêje ku girtîyên bi ser ENKS’ê ve ne ji ber nerîna wan ya sîyasî, lê ji bo tawanên din hatine girtin.”
Rêvebirê ENKS’ê Ridwan Seydo dibêje ku PYD tim bi biryarên sîyasî endamên wan digire û biryarên sîyasî wan berdide
Rojnamevan Ferhad Ehmê tev li hemû xalên rapora HRW dibe û dibêje ku Rêvebirîya Xweser endamên ENKS’ê jiber sedemên sîyasî digire.
Li alîyekî din, nerîneke din heye ku dibêje ne hemû girtîyên ENKS’ê ser bingehên sîyasî ne girtin û vê yekê dibîjin ku ENKS rêwabûnê nade zagonên Rêvebirîya Xweser û dadgehên wê û ev yek cîhê nakokî ye.
Rojnamevan Seyredîn Yûsif Rêvebirîya Xweser rexne dike ku rêz li mafên mirovan yên girtîyên DAIŞ’ê digire, lê bi yên ENKS’ê nagire.